
Di çarçoveya 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê de, bi însiyatîf û beşdariya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntony Blînkên, di 26ê Îlonê de di navbera Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jêîhûn Bayramov da hevdîtin pêk hat.
Weke ku “Armenpress” ji Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê agahdar kir, aliyan li hev kirin ku ji bo ku di zûtirîn dem de peymana “Derbarê avakirina aştî û têkiliyên navdewletî” were îmzekirin, hewlên zêde bidin.
Hat destnîşankirin ku aliyan ji ber organîzekirina hevdîtinê spasiya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê kirin.







