
Azerbaycanê di 27ê Îlona 2020an de êrîşeke berfireh li ser Qerebaxê pêk anî. Gundên aştiyane, paytext Stêpanakêrt hatin topbarankirin. Li Ermenîstan û Artsaxê qanûnên leşkerî û seferberiya leşkerî hatin ragihandin.
Operasyonên şer li ser dirêjahiya xeta Artsaxî û Azerbaycanê û herwiha li hin deverên xeta navbera Ermenistan û Azerbaycanê pêk hatin.
Şer 44 rojan berdewam kir. Hewldan hatin kirin ku agirbest pêk were, lê lihevkirin pêk nehat, aliyê Azerbaycanê êrîşên xwe berdewam kir.
Di 9’ê Mijdarê de hatibû ragihandin ku serokên Ermenîstan, Rûsya û Azerbeycanê li ser agirbestê daxuyaniyeke sê alî ya ji 9 xalan pêk tê îmze kirine.
7 navçeyên Artsaxê, Şûşî û Hadrûdê ketin bin kontrola Azerbeycanê.
Ji bo şopandina pabendbûna peymanên li ser rawestandina şer, nuqteyên çavdêriyê yên hêzên aştiyê yên rûsî li ser sînorê Artsakh û Azerbeycanê û her wiha li ser korîdora Laçîn a ku Ermenistan û Artsaxê girêdide, hatine bicîh kirin.
Sê sal piştî şerê 44 rojî, di 19ê Îlonê de, Azerbaycanê di bin navê “operasyonên antî-terorê” de êrîşek din li ser Qerebaxê pêk anî. Di encama operasyonên leşkerî de 214 leşker û 21 sivîl mirin. Êrîşên ku piştî dorpêçkirina 10 mehan dest pê kir, nekarî gelê Ermenî li tevahiya xaka Komara Artsaxê bi ewle bijî.
Gelê Artsaxê ku di 4 şeran re derbas bûn neçar man ku malên xwe biterikînin û zêdetirî 100 hezar kes rêya koçberiyê ber bi Ermenîstanê ve girtin. Artsax ji niştecih bû. Di wan rojan de Azerbaycanê serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Artsaxê girt.
Di şerê 44 rojan de hejmara kuştiyên Ermeniyan 3830 e.
Li gorî daneyên fermî, niha li Bakûyê 55 Ermenî girtî ne, ku ji wan 6 sivîl, 41 dîl û 8 kes ji payebilindên berê yên siyasî û leşkerî hene. 2020-2023 Di encama şerên Artsaxê de 300 kes winda ne.







