Niha ez îhtîmala operasyonên leşkerî ji bo vekirina korîdorekê di nav axa Ermenîstanê re nabînim. Tirkolog Rûbên Safrastyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê ra ev tişt got.
“Eger kesek karibe gaveke wiha bavêje, ew Azerbaycan e. Lêbelê, ez nafikirim ku Bakû gavek weha bavêje, piştî Cop29 jî. Azerbaycan dê biçe riya ku zextê li Ermenîstanê bike ku tawîzên zêde werbigire. Lê ev tenê pêşbîniyek e.”
Bi dîtina wî, pirsa korîdora ku di Ermenistanê ra derbas bibe, ji bo geşepêdana têkiliyên Îran û Rûsyayê nabe astengek cidî.
Safrastyan diyar kir ku Rûsya û Îran dikarin xwe bigihînin asta tifaqeke stratejîk, her çend ev pêvajoyeke dijwar e, ji ber ku ji serdema împaratoriyê heta niha li Başûrê Kafkasyayê jî pirsgirêkên wan hene.
Di nêzîkatiyên Rûsya û Îranê de di derbarê korîdora ku di Ermenîstanê re derbas dibe de cudahî hene, lê di nirxandina wî de ew ne wisa ne ku rê li ber avakirina peywendiyên hevpeymaniyê bigirin.
Safrastyan bi bîr xist ku ev welat bi projeya korîdora Bakur-Başûr di nav axa Azerbeycanê de bi hev ve girêdayî ne û ev yek dihêle ku Rûsya bi Hindistan û Çînê re peywendiyên girîng saz bike.
“Li hember vê rewşê, Tirkiye bi hêviya ku têkiliyên Îran û Rûsyayê xerabtir bibin, helwesta xwe ya li bendê ye. Ev yek ji bo Tirkiyeyê feydeyek razber e, ji ber ku pêkanîna projeya rêya trênê ya vê korîdorê ne bi leza ku eleqeyek rast nîşan dide pêşde diçe.”