Ermenîstan dice’dîne qewatê xweye e’sekrîyê-hewê h’emzemanîke û bi pirsa sîlih’darîya fir’indê xwe û xweykirinê alîk’arîyê ij Hindistanê hîvîdike, kovara hindîye “Di Prînt”-ê dinivîse- bi þe’deanîna ç’e’vkanîya.
“Sû-30, k’îjan hindava Ermenîstanêda têne xevtandinê, ij e’melê me cödadivin, a lema em gere binihêr’in- çi dikarin bikin. “Hevr’axeverdan her t’enê qonaxa e’wildanin”,- ç’e’vkanîyê e’lamî “DiPrîntê” kirîye. “Ew (ermenî) dixwezin Sû-30-ê xwe h’emzemanîkin û sîlih’ê me întêgrkin”.
Sîlih’ê, k’îjanê Ermenîstan diger’e, isa jî sîlih’ê sinifa “hewa-e’rd”-e serwêrîbûnê werdigre.
Lê, mecala salixdayînê dide k’ivþê, wekî t’ö erêbûnek nehatîye stendinê- Ermenîstan dixweze mûþekê “BrahMos”-e berdana hewê p’eydake, yan na?
Ç’e’vkanîya safîkirîye, wekî wexta deranîna mûþeka tênivîsarê p’ir’hejmar hene, û gele pirs bi cûr’ê paþdaneÿxistinê gere safîvin.
“Ermenîstanê 2019-a ij Ûr’isêtê çar fir’indê Sû 30 k’ir’îye, lê ew t’ev miqabilîhevbûna Arsaxêye sala 2020-îye t’ev Adrbêcanê nebûne, çimkî zoraya fir’indêye agirkirinê t’inebû, nav wê hejmarê- zexîra e’skerîyêye sinifa “hewa-e’rde” serwêrîbûnê.