All NewsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê pêşwaziya heyeta bi serokatiya Wezîrê Ewropa û Derve yê Fransayê kir

Serokwezîrê Ermenîstanê pêşwaziya heyeta bi serokatiya Wezîrê Ewropa û Derve yê Fransayê kir.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan heyeta ku ji Wezîrê Ewropa û Karên Derve yê Fransayê Stêphan Sêjûrnê serokatiya wê dike, kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşînyan pêşwazî li serdana şanda bi serokatiya Stêphan Sêjûrnê bo Komara Ermenistanê kir û tekezî li ser pêşdebirina zêdetir peywendiyên bi Fransayê re di warê ewlehî û aborî de kir.

Nîkol Paşînyan got, “Stratejiya me ev e: Em dixwazin serwerî, serxwebûn, dewletbûna xwe xurtir bikin û bi hêz bikin û helbet bi vî awayî em piştgirîya Fransa bilind dinirxînin.”Serokwezîr herwiha tekezî li ser amadebûna Fransa ji bo pêşxistina peywendiyên Ermenistanê ligel Yekîtiya Ewropayê kir.

Stêphan Sêjûrnê spasiya pêşwaziya germ kir û her wiha bal kişand ser girîngiya geşepêdana berdewam a hevkariya Ermenistan û Fransa di warên ewlehî û aborî de.

Wezîrê Ewropa û Karên Derve yê Fransayê got: Fransa li kêleka Ermenîstanê ye û dê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Ermenî bidomîne, me jî hemû hewlên xwe dane bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du gelên xwe de.

Hevpeyvîn li ser mijarên cuda yên rojeva têkiliyên Ermenistan û Fransa axivîn. Li ser hevkariya Ermenistan û YEyê fikir hatin guheztin. Aliyan tekezî li ser destpêkirina diyalogê li ser serbestkirina vîzeyan kirin û herwiha tekezî li ser wergirtina biryara piştgiriya Komara Ermenistanê ji aliyê Fona Aştiyê ya Ewropayê ve kirin.

Her wiha amaje bi nîqaşên li ser peymana aştiyê ya Ermenistan û Azerbaycanê û pêvajoyên li herêmê diqewimin hat kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button