All NewsTop

Piştgiriya Fransa ya ji bo serxwebûn û yekparçebûna erdnîgariya Ermenîstanê bênavber e. Stêphan Sêjûrnê

Piştgiriya Fransa ya ji bo serxwebûn û yekparçebûna erdnîgariya Ermenîstanê bênavber e. Stêphan Sêjûrnê

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve, 15-16’ê Îlonê Wezîrê Ewropa û Karên Derve yê Fransayê Stêphan Sêjûrnê wê serdana Ermenîstanê bike.
Di 16ê Îlonê de, civîna fermî ya wezîrên derve yên Ermenistan û Fransa li Wezareta Derve ya Ermenîstanê pêk tê û piştî wê civîna çapemeniyê ya hevpar a Ararat Mîrzoyan ûStêphan Sêjûrnê pêk bê.

Piştgiriya Fransa ya ji bo serxwebûna Ermenîstanê, yekparebûna axa Ermenîstanê û daxwazên aşitiyê bênavber e. Stêphan Sêjûrnê beriya serdana xwe ya Ermenistanê di peyama xwe de ev yek ragihand.

“Fransa li kêleka Ermenîstanê ye ku hevkarekî dîrokî ye, welatekî dost e û piştgiriya me ya ji bo serxwebûn, yekparçeyiya axê û daxwazên aşitiyê bênavber e. Hevkariya me bi Ermenîstanê re xurt e û em wê xurtir dikin. Em piştgirîya geşepêdana binesaziya stratejîk a Ermenîstanê dikin da ku berxwedêriya welêt misoger bibe. Em di warê parastinê de jî hevkariyê dikin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê got, bi însiyatîfa “Fransa-Ermenistan” em kesên ku di piştgiriya Ermenîstanê de cih digirin diparêzin.”

Stêphan Sêjûrnê bal kişand ser serdanên Ermenîstan û Moldovayê yên ku bên kirin û got ku ew serdana Ermenîstan û Moldovayê dikin, ji ber ku wan rêya demokrasî û serxwebûnê hilbijartîye, rêya Ewropa ya ku bi hewldanên bêîstîqrarê re rû bi rû ye û bi zextên nayên qebûlkirin re rû bi rû ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button