All NewsTop

Wezîrên parastinê yên Ermenistan û Çînê tekezî li ser hevkariya leşkerî kirine

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê, di çarçoveya serdana xwe ya Komara Gel a Çînê da, Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di 12’ê Îlonê de bi Wezîrê Parastinê yê Çînê Admiral Don Jcûn ra hevdîtin pêk anîe.

Di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser peywendiyên di asta bilind de di navbera her du welatan de di warên curbicur de ji wan di warê berevaniyê de kirin.

Herwiha aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku di van salên dawî de hevkariyên leşkerî gelek pêş ketine, di nav wan de rêgezên nû.

Wezîran amadeyiya xwe ji bo pêşdebirina hevkariya Ermenistan û Çînê, di nav de têkiliyên bilind ên di navbera hêzên çekdar ên her du welatan de, diyar kirin.

Herwiha çend mijarên girêdayî ewlekariya navdewletî û herêmî hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button