
Ji bo me “Xaçerêyên Aşitiyê” di serî de projeyeke aborî ye, feydeya wê ne tenê Ermenîstana cîranên Ermenîstanê ye, lê belê hemû herêmê ku Rojhilata Navîn, welatên Ewropa û welatên Asyaya Rojava dihewîne. Wezîrê Aboriyê Gêvorg Papoyan di 12’ê Îlonê de piştî civîna hikûmetê bi rojnamevanan re axivî.
“Ev projeyek mezin e, ku diviyabû di navbera Bakur û Başûr, Rojava û Rojhilat de girêdanên aborî yên yekta, bê asteng û bilez çêbike. Gelek welat ji serkeftina pêvajoyê sûd werdigirin. Ev jî dibe sedem ku gelek welatan vê însiyatîfa hikûmeta Ermenîstanê pêşwazî bikin.”
Li ser pirsa çima Tirkiye, Azerbeycan û Rûsya bersiva vê projeyê nadin Papoyan bersiv da. “Ez nikarim bêjim, lê sûdmendê wê pêvajoyê jî ew dewlet in.”







