All NewsTop

Alên Sîmonyan daxuyaniyên Azerbaycanê yên li ser sepandina qedexeyan li dijî artêşa Ermenîstanê pûç dinirxîne

Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan, daxuyaniyên Azerbaycanê yên li ser sînordarkirina çekdarkirina hêzên çekdar ên Ermenistanê pûç dibîne.

Sîmonyan ev yek di brîfînga bi rojnamevanan re got, li ser daxuyaniya Azerbaycanê ya ku dibêje gere hêzên çekdar ên Ermenîstanê xwedî çekên sînordar bin, ev tişt got.“Ez tiştên pûç şîrove nakim. Ez difikirim ku meriv dikare bêdawî pêşniyar bike.

Azerbaycan xwe pir zêde çekdar dike û ez dixwazim fam bikim ku li dijî kê çekdar dike, ji ber ku di şerê li dijî Ermenîstanê de ewqas cebilxane ne hewce ye. Gere were fêmkirin ku Azerbaycan bi kê re şer dike. Meseleya parastin û artêşa Ermenîstanê meseleya me ya navxweyî ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button