N. P’aþînyanê serekwezîrê CE, ê kö bi serdana xevatê merza Vayos zorêdaye, fir’egeha Cêrmûkêda pey danînêr’a derheqa xevata fir’indê bi h’ejokê ÿlêktrîkîyêda xeverdaye- bi k’ivþkirina, wekî Ermenîstanêda ç’e’vnihêr’î bûma fir’indê hemanin.
Bi gotna serekwezîr- ew dikarin seva cîgöhastinê navbera merzada qölixkin. “H’erke ne niha, dêmek çend sala þönda deranîna wane sêrîyayî wê destpêve. Seva fir’în û danîna fir’indê heman 10-12 mêtrê lazim vin. Em r’êyê fir’înêye kin gere çêkin”,- ewî got.
Hate k’ivþkirinê, wekî seva heman meremî isa jî t’îkfir’ hene, lê ew biha r’ûdinê.
Paþê P’aþînyan xwe r’astkir, wekî fir’indê ÿlêktrîkîyêr’a seva fir’înê 50 mêtr lazimin û 30 mêtr- seva danînê.
“T’ev vê hevaltîyê gere nihava p’evgirêdanê erêkin, bêjin, wekî em seva eþîyayê we balkêþin. Sêrîda, hilbet, wê behave. Fir’egeha meye Sîsîanê, fir’egeha Cêrmûkê, ya Gavar’ê, Stêp’anavanê hene. Eva h’esavdive, wekî em bi qîmetê r’iya fir’îna fir’egeha standart dikarin 4 cîya r’iya fir’înê çêkin”,- P’aþînyan binxetkir.