CultureTop

Ij 2020-î virdatir adrbêcanîya 570 nimûnê ermenîye t’arîxmedenyetî zêdetir wêrankirîye

T’önekirina mîrat’a ermenîye t’arîxmedenyetî Bek’ûyê, Naxîcêvanê, Ganzakê û misk’enê Qerebag’a deþtîye dinêda hila hindava Adrbêcana sovêtîyêda, ij salê 1960-î, destpêbûye.  Nav qisa t’ev “Spûtnik Armênîa”-ê Art’ûr Gêvorgyanê h’îmdar serwêrê mozexana “Parka heykelk’arîya miletîyê” û h’îmdarê t’eþkîleta “Piþtovana mîrat’a Dinîya ermenîye ç’îyaye medenyetî”, hekelt’er’aþ got.

Bi salixê wî- wexta þer’ê sala 2020-îyî 44-r’ojê û berî wî Arsaxê û neh’îyê dor-berda 250 heykelê mîrat’a ermenîye t’arîxmedenyetî hatine t’önekirinê- p’ayê p’ir’ê- heykelê  cangorîyê Þer’ê wet’enîyêyî mezin, lê pey þêr’r’a adrbêcanîya her h’evtê 3-4 heykelê bîranînê û xaçê kevirî t’önekirine.

Em bînne bîr- 28-ê meha t’ebaxê derheqa t’önekirina heykelê mêrxasê sovêtîyêye bîranînêye Arsaxêda pirs Marîa Zaxarova wek’îla wezarta T’Û-ye K’D-va hinartibûn. Zaxarovayê gotibû, wekî Ûr’isêt t’êma xweykirina heykelê wet’enîyêye mezin heycar t’ev çawa Bek’ûyê, isa jî R’ewanê e’ne’nedike

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button