PoliticsTop

Hevr’axeverdanada miqabilbûna t’evbûna T’Û hila hê sîasîya e’k’sîûr’isî nîne: dêpûtatê ij h’ökömkirinê    

Em t’erka hevalk’arîya sîasîyêye t’ev Ûr’isêtê didin, Vladîmîr Pûtînê sedrê Ûr’isêtê seva me t’ifaqdarê baþ nîne. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev Nyûz.am-ê Hakob Aslanyanê dêpûtatê qelfa þêwirxanêye “Þertne’ma bajar’vanîyê”-ye h’ökömkirinê e’lamkirîye.

Ewî serda zêdekirîye, wekî çaxê serekwezîrê Ermenîstanê divêje, wekî Ûr’isêt hevr’axeverdanada nikare ort’eçîve, ew hima seva hevr’axeverdanaye, cûr’eçapa sîasîyêye, lê ew warê eleqetê ermenî-ûr’isaye dinda gere e’k’sneve.

Bi qîmetkirina wî- hevr’axeverdanada Ûr’isêt diha ze’f piþta k’ara Adrbêcanê digre, ne kö ya Ermenîstanê. “Lê ew h’esavnave, wekî cîyê balîsevev derheqha wî welatîda em xirav xeverdin. Eleqetê bêt’eref gere xweykin”,- Aslanyan daye k’ivþê. Ê dêpûtat xwemikör’ hatîye, wekî wek’îlê derge-dîwanê Ermenîstanê, nav wê hejmarê xwexa, derheqa Ûr’isêtêda h’iþk xeverdane, lê ew derheqa pirsê sîasîyêdaye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button