
Di çarçoveya Foruma Stratejîk a Blêdê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan bi Wezîrê Karên Ewropayê yê Îngilîstanê Stêfhan Doûtî ra hevdîtinek pêk anî.
Wezareta Karên Derve da zanîn ku di hevdîtinê de rojeva têkiliyên dualî yên di navbera Ermenîstan û Îngilîstanê de, gavên hevpar ên ji bo pêşxistina wê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de behsa diyaloga stratejîk a di navbera her du welatan de û dewlemendkirina wê ya bingehîn hat kirin.
Li ser hewldanên ji bo aramî û aştiyê li Başûrê Kafkasya hatin axaftin. Di vê çarçoveyê de Vahan Kostanyan amadeyiya hikûmeta Ermenistanê ji bo îmzakirina peymana birêkûpêkkirina têkiliyên bi Azerbaycanê re di demeke kin de dupat kir.







