
Rêhewaya Novair a ku seferên hewayî yên Êrîvan-Kapan-Yêrêvan pêk tîne dê ji 2yê Îlonê pê ve frekansa seferên asayî yên Êrîvan-Kapan-Yêrêvanê zêde bike.
Midûrê Giştî yê Rêhewayên Novair Hayrapêt Sarkîsyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê re eşkere kir ku dê seferên balafiran her hefte sê caran rojên Duşem, Çarşem û Înê bên kirin.
“Bihayê bilêtê neguheriye û yek alî 20 hezar Dram hatiye diyarkirin.
Firîna yekalî bi qasî 45 hûrdem digire. Rêvebirê kargêrî yê firokevaniyê bal kişande ser wê yekê ku zêdekirina frekansa geştan ji ber zêdebûna hatin û daxwaza rêwiyan e.







