
Aşot Knyazyan ê ku di doza “27’ê Cotmehê” de cezayê muebbetê girtibû jiyana xwe ji dest daye
Duh mirina ji nişka ve ya Knyazyan hat tomarkirin, rewşa mayî jî piştî lêkolîna edlî wê bên zelalkirin. Têkildarî pirsê bi xala 155’emîn beşa 1’ê ya qanûna tawanan: kuştinê de doz hat vekirinê.
Ji bo bibîrxistinê, di 27’ê Cotmeha 1999’an de li Meclisa Neteweyî di encama çalakiyên komeke terorîstî de Serokê Giştî yê NA Karên Dêmîrçyan, Serokwezîr Vazgên Sarkîsyan û 6 kesayetên din ên dewletê û parlamenterên NA hatin kuştinê.
Di vê derbarê de sekreterê Serokê Lijneya Lêkolînê Gor Abrahamyan agahî da.
Di çarçoveya lêpirsînê de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema mirina Knyazyan çi bû, hîn ne diyar e, piştî wergirtina encama lêkolîna pizîşkiya dadwerî ya cesedê dê were zanîn.
Bîranîn, Aşot Knyazyan ê 64 salî ku cezayê muebetê lê hatibû birîn, di 26’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.







