
Di 27ê Tebaxê de li Dilîcanê, xebatên atolyeya salane ya serokatiya dezgeha navendî ya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê û serokên nûnertiyên dîplomatîk ên li derveyî welat berdewam dikin.
Weke ku daxuyaniya Wezareta Derve ya Ermenistanê gotîe, Ararat Mîrzoyan serkêşiya gotûbêjan li ser pirsên sereke yên rojeva siyaseta derve ya Ermenistanê kirîe, li ser geşedanên herêmî û navneteweyî û kêşeyên heyî danûstandina bîr û ramanan kirîe.
Di civînê de behsa bernameyên hevkariyên dualî yên heyî yên bi hevkarên navneteweyî re, îhtîmala kûrkirina hevkariyê û her wiha pêwendiya li ser platformên piralî hatin kirinê.







