All NewsTop

Amerîka çekên kujer ne rasterast ne jî bi rêya aliyên sêyemîn nedaye Êrîvanê. Balyozxaneya Amerîka li Bakûyê

Balyozxaneya Amerîkî li Azerbaycanê ragihand, Amerîka çekên kujer ne rasterast ne jî bi rêya aliyên sêyemîn nedaye Êrîvanê.

Nûnertiya dîplomatîk diyar kir ku îstiqrara li herêmê û bidestxistina aştiya bi îstîqrar di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de ji bo DYE girîngiya bingehîn e.

Berî niha medyaya Azerbaycanê li ser zarê çavkaniyên xwe nivîsandibû ku, tê îdiakirin ku welatên rojavayî, di nav wan de Amerîka, bi rêya welatên sêyem çekên kujer didin Êrîvanê. Hat destnîşankirin ku şandina çekên Fransî, Alman û Amerîkayê ji Ermenistanê re bi rêya Îranê dihat kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button