
Yekîtiya Ewropayê zextên li Azerbaycanê şermezar kir
YE bang li Azerbaycanê kir ku rêzê li mafên zanyarekî navdar bigire, piştî ku bi eşkere rexne li hukûmetê girt, di nav pêleke girtinan de ku rojnamevan û akademîsyen li pişt hefsê xistine.
Berdevkê Polîtîkayê yê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Peter Stano di axaftina xwe ya li gel Politico de diyar kir ku Bruksel ji doza Akademîsyenekî ciwan Bahruz Samedov ku doza aştiyê li Başûrê Kafkasyayê dike nîgeran e.
Azerbaycan têkiliyên nêzîk bi YE re didomîne û di sala 2022 de peymanek îmze kir ku hinardekirina gaza xwezayî zêde bike da ku alîkariya yekîtiyê bike ku girêdayîbûna xwe ya bi Rûsyayê kêm bike. Îsal dê Baku mazûvaniya COP29 bike, ku wek Azerbeycanê ragihandiye, ew dixwaze veguhere “konferansa aştiyê”.
Malbata Samedov got dema ku hêzên ewlehiyê roja Çarşemê avêtin ser mala wan hat girtin. Ciwanê 28 salî rexne li desthilatdariya otorîter a Azerbaycanê girt û hewl da ku bi çalakvanên Ermenîstana cîran re têkiliyan deyne.







