
Wîlayet’ê Yekbûyî e’rza Ermenîstanê lêk’olîndike- “hevr’aqayîlne’ma 123”-va cemve, h’alê erêbûna k’îjanêda Ermenîstan dikare têxnologîyayê Amêrîkayêye bajar’vanîyê bistîne: derheqa vê yekêda zarbêjê dêpartamênta dîwanî þirovekirina nivîsarda gotîye, k’îjan daye SîvîlNêt’-ê.
H’erke Ermenîstan “hevr’aqayîlne’ma 123-va” cemve, ew seva t’ivdarekdîtin û çêkirina merh’ela atomîêye t’ezeye Ermenîstanêdaye bi têxnologîyayê Amêrîkayê dikare r’êrr’astke, k’îjanê merh’ela Mêsamorêye atomîêye hila hê dewra sovêtîyêda çêkirî bedelke.







