All NewsTop

Steyrkek tevlî zemînê dibe: balyozê Fransîyayî li  Ermenîstanê  amaje bi nûçeya mirina Alên Dêlon û serdana wîye  li Sîsêrnakabêrdê kir

Balyozê awarte û temsîlkar yê Fransîyayê yê li Ermenîstanê Olîvyê Dikotînî bertek nîşanî mirina steyrkê efsanewî yê sînêmayê yê fransî Alên Dêlon da û bi bîr xist ku di serdana xwe ya Ermenîstanê de ew jî serdana kompleksa bîranîna qurbanîyên qirkirina Ermenîyan kirîye.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, balyozê Fransîyayî yê li Ermenîstanê li ser vê yekê di mîkrobloga X ê da nivîsîye.

“Mirina Alên Dêlon: stêrkek tevlî  zemînê dibe. Li vir sala 2012 a  li Yêrêvanê, li wir serdana bîrdarîya qirkirina Ermenîyan kirîye”,- di nivîsa Dikotîn de, ku li kêleka wê wêneyê Alên Dêlon li Sîsêrnakaberdê belav kirîye, gotîye.

18 ê tebaxa îsal hat zanîn ku efsaneyê sînêmaya fransî Alên Dêlon  88 salîya xwe de koça dawî kirîye. “Alên Faîên, Anûşka, Êntonî, û her weha Lûbo bi xemgîniyek kûr mirina bavê xwe radigîhînin. Ew bi aramî li mala xwe ya li Dûşîyê, di nav sê zarokên xwe û malbata xwe de mirîye”,-malbata wî di daxuyanîyekê de gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button