
3’ê Tebaxa 2024’an 10’emîn salvegera qirkirina Êzidiyan bû. Di wê rojê de Êzdiyan li welatên cihê yên cîhanê çalakiyên cuda yên bîranînê li dar xistin.
Fermandarê Erka Xweparastinê ya Êzidiyan Qasim Şeşo di merasîma bibîranînê de li nêzî Perestgeha Şerfedîn a bajarê Şengalê yê Iraqê daxuyanî da. Ji ber vê hevoka “Îslam çiqas hebe, rehetî nadin wan”, li Iraqê nefreteke mezin li hember êzdiyan çêdibe, li kampa penaberên êzdî jî panîk heye, ji ber ku ditirsin ku îslamîst careke din êrişî wan bikin.
Dema ku meleyên Şîe, Sunnî û Êzidî banga hevgirtinê kirin, rewş bi îstîkrar bû.
Beriya banga hevgirtinê, Diyaloga Qada Vekirî ya Şengalê di navbera 4-12’ê Tebaxa 2024’an de zêdetirî milyonek axaftinên nefretê û teşwîqkirina kuştina Êzidiyan şopand û belge kir.
Ji wê demê heta niha zêdetirî 1200 malbat ji ber tirsa dubarekirina jenosîdê ji kampan reviyane Şengalê.







