Nêzî 300 karên nû dê bên vekirin. Wezîrê Aboriyê serdana kargeha helandina metalan kir
Wezîr Gêvorg Papoyan di 9’ê Tebaxê de li Herêma Araratê santrala helandina metal a ku tê avakirin ziyaret kir.
Wezareta Aboriyê da zanîn ku Alîkarê Wezîr Narêk Têryan, Waliyê Herêma Araratê Sêdrak Têvonyan û Serokê Civaka Mezin a Araratê Aslan Avêtîsyan jî beşdarî serdanê bûn.
Wezîr tekezî li ser giringiya destpêşxeriyên bi vî rengî ji bo pêşxistina geşepêdana aborî û peydakirina kar li herêmê kir. Proje bi hewldanên hem veberhênerên navneteweyî û hem jî bi hewldanên Fast Bankê hate pêkanîn.