Îrantoday dinivîse, di civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî li Ciddeyê de, Cîgirê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve yê Pakistanê Muhammed Itzhak Dar daxwaza ambargoya neft û bazirganiyê li dijî Îsraîlê derbarê kuştina rêberê Hemasê û rewşa Gezeyê kir.
Wî hevgirtina Pakistanê bi Îran û Filistînê re nîşan da û piştgirî da banga Tehranê ya boykotkirina Îsraîlê.
“Dema hesabpirsîna ji sîyonîstan hatiye û alema Misliman divê ji daxuyanî û şermezarkirinan derkeve. “Eger Îsraîl bi agirbesteke lezgîn li Xezeyê razî nebe, divê endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî piştgirî bidin boykotkirina bazirganiya petrolê ya Telavîvê.”
Wezîrê Karên Derve yê Pakîstanê Muhammed Îshaq Dar diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Xezeyê tên kirin û bombekirin jî tê de jenosîd e. Wî Îsraîl şermezar kir ku “birçîbûnê wekî çek” li dijî Filistîniyan bikar tîne.