All NewsTop

Ev yek îzbatbûna xwemikurhatinêye: îsrayêlzan derheqa banga bona dûrketina leşkerên Îsrayêlêye ji Adirbêcanê

Îsrayêlzan Arman Xaçatryan înformasîya têlêvîzîyona dewleta Îsrayêlê, ya derheqa banga paşdaçûyîna leşkerên Îsrayêlêye ji Adirbêcanê, çawa nîşandayîna xwemikurhatinê hesab dike.

Derheqa wê yekêda ewî wextê qisa tevî “Armênprêss” ê gotîye.

Gelo ev xwemikurhatin wê encamên  çawa bide, Arman Xaçatryan lez nakeve  pêşda bêje.Ew dibêje wekî him Ermenîstan û him jî Îran gelo wê bi çiqasîva wê yekê bikine beşeke rojeva xweye sîyasî, hê zelal nîne.

“Heger Îsrayêl bi vê elametîyê xwe mikur tê, ku hêzên wê li Adirbêcanê û li Gurcistanê hene ew yek dide kifşê,wekî him Îran û him jî Ermenîstan gerekê vê pirsê bikine ya gotûbêjkirinê”,-ewî gotîye.

Bi gotina  Xaçatryan, encamê wê yekê wê wî çaxî bê kifşê, ku ne tenê Ermenîstan, lê usa jî Îran wê bicêribînin wê yekê bikine “sîlihê sîyasî”.

Hê pêşda zelal bûye, wekî eskerê Îsrayêlê qedexe kirîye, ku leşkerên wê li Adirbêcanê û Gurcistanê nemînin, çimkî Îranê gotîye ku wê derba bighîne cîhên wan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button