All NewsTop

Em ê ceza bikin, dê di wextê xwe de û bi hesabkirî be.” Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê derbarê êrîşa Îsraîlê de

Em ê ceza bikin, dê di wextê xwe de û bi hesabkirî be.” Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê derbarê êrîşa Îsraîlê de.

Em ê Îsraîl ceza bikin, ku dê di wextê xwe de û hesabkirî be. Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî îro 9ê Tebaxê di gotûbêja ligel rojnamevanan de ev tişt got.

“Me her tim dijminên xwe ceza kir, lê bi aqilane û di dema xwe de. Vê carê em ê ceza bikin, ku dê di wextê xwe de û hesabkirî be.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku qonaxa nû ya alozîya Îran-Îsraîlî piştî kuştina Îsmaîl Hanîya serokê baskê sîyasî yê HAMASA li Tehranê destpê kir. Îran Îsraîl bi kuştinê tawanbar dike û soza tolhildanê dide. Û niha cîhan bi nefeseke girtî li bendê ye ku bibîne Îran dê çi bersivê bide Îsraîlê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button