Di meha Hezîrana îsal de bazirganiya derve ya Ermenîstanê li gorî meha Gulanê kêm bûye
Di nîvê ewil a sala 2024an da bazirganiya derva ya Ermenistanê du caran ji nîşaneya heman heyama par derbas bûye û bûye 18 milyar û 407,3 milyon dolar. Ev ji hêla Komîteya Îstatîstîkî ya Ermenîstanê ve li ser bingeha daneyên ku ji hêla Komîteya Dahata Dewletê ya Ermenistanê ve di 16ê Tîrmeha 2024-an de hatî peyda kirin, ragihand.
Di Hezîrana îsal de bazirganiya derve ya Ermenîstanê 2 milyar û 27,7 milyon dolar bû, ku li gorî meha Gulanê ji sedî 6,7 kêmtir e, lê li gorî daneyên Hezîrana 2023’an ji sedî 34,6 zêdetir e.
Di 6 mehên ewil ên îsal da îxracata ji Ermenistanê 2,3 qat zêde bû û derket 7 milyar û 927,6 milyon dolarî. Di hezîranê de 856,4 milyon dolar bû. Ev ji sedî 10,9 kêmtir e li gorî meha Gulanê, lê ji sedî 59,9 ji meha Hezîrana sala borî zêdetir e.
Di nîvê ewil a 2024an da îtxalat ji sedî 86,5 zêde bû û bû 10 milyar û 479,7 milyon dolar. Rêjeya meha Hezîranê 1 milyar û 171,3 milyon dolar e û li gorî meha Gulanê ji sedî 3,5 kêmtir e. Li gorî Hezîrana 2023’an ji sedî 20,6 zêdebûnek hat tomarkirin.