
Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê bi boneya 10emîn salvegera Komkujiya Êzidî merasîmek hat lidarxistin.
DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî navçeya Şingalê kir ku Êzidî lê dijîn kir.
Di encamê de bi hezaran Êzidî hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar kes jî ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin revandin.
Meclîsa Navendî ya Êzidiyan bi boneya bibîranîna wê komkujiyê li Dêra Polê ya li bajarê Frankfurtê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de ji bilî hinek siyasetmedar û parlemeternên Almanyayê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî tevlî bûn û gotar pêşkêş kirin.
4 parlementerên Almanyayê jî ji bo kar û xebata wan ên derbarê piştevanîkirina Êzdî hatin xelatkirin.
Ew perlemanter niha kar li ser wê yekê jî dikin ku dersînorkirina Êzidî ji Almanyayê raweste.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku Peymana Şingalê nehatiye bicihkirin û ew dever ne aram û ne ewle ne.
Rêber Ehmed ji bilî pîrozkirina tevlîbûna wan, bangî hikûmeta Almanyayê kir ku di çarçoveya peymana penaberan de Êzidiyan venegerîne cihê ku “jîyan û azadiya wan di metirsiyê de ye”.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir ku ew dê berdewam bin li ser hewlên xwe ji bo xizmetkirina Kurdên Êzidî û dê pabend bin bi dabînkirina edaletê ji bo wan û dê kesên destê wan di tawanan de hene ceza bikin.







