All NewsTop

Bêcezabûna ku dibe sedema dûbarebûna qirkirinan. Ev 10 sal in qirkirina gelê Êzidî didome

Bêcezabûna ku dibe sedema berdewamiya qirkirinan. Roja 3ê Tebaxê roja jenosîda êzdiyan ji aliyê gurûpa terorîst a “Dewleta Îslamî” li Iraqê li asta navdewletî hatiye naskirin. Ji sala 2014’an vir ve qirkirina gelê Êzidî 10 sal in didome.

Bi boneya 10 saliya jenosîda Êzdiyan, di dema gotûbêjkirina semînera ku ji aliyê komeleya netewî ya Êzdiyan “Sîncar” va, destpêşxeriya mirovî ya “Aurora” ya 2019an hatiye organîzekirin. Xelatgirê êzîdî Mîrza Dîna, tekezî li ser wê yekê kir ku divê bi berdewamî pirsa jenosîdan were bilindkirin û piştevaniya welatiyên mexdûr bikin û diyar kir ku tiştên ku heta niha hatine kirin ji bo gelê Êzdî pir kêm e, ji ber ku ji sedî 65ê xelkê Şingalê hîn li Kurdistanê ne kampa penaberan danin.

“Heya niha ji bo vegerandina wan bo malên xwe xebatek têr nehatiye kirin. Hikûmeta Iraqê çendîn caran ragihandiye ku dê kampa penaberan bigire, lê şert û mercên têr ji bo vegera xelkê çênebûne. Hinek jî vegeriyane, lê em nikarin bêjin ku Şengal niha bi tevahî niştecih bûye. Me xwest ku hikûmeta Iraqê li ser vegerandina jêrxaneya Şingalê kar bike. Hikumeta Iraqê plan kiribû ku 2000 dolar bide her welatiyekî ku vedigere Şengalê, lê ev prose jî bi ser neket.”

Wî anî ziman ku îro gelê êzdî ditirse ji ber ku garantî tune ku jenosîdên bi vî rengî dubare nebin. Dîna bi xemgînî da zanîn ku li Iraqê qanûnek ku jenosîdê şermezar bike tune ye.

“Em dixwazin ji bo Şengalê meclîseke hundirîn ava bikin da ku em wê dîsa li ser piyan bigirin. Ji bo pêkanîna vê fikrê divê xebateke yekgirtî bê kirin, meclîsa Êzidiyan bê avakirin ku dengê me bigihêje bihîstinê. Niha jî balafirên keşfê bi rêkûpêk êrîşî herêmên cuda yên Şengalê dikin. Di ser jenosîdê re 10 sal derbas bûn, heta niha nêzî 12 welatan ew wek jenosîd nas kirine. Ermenistan ji wan welatan yekem bû ku qirkirina Êzidiyan nas kir.”

Dîna destnîşan kir ku biratiya Ermenî û Êzidiyan ne nû ye. dîroka wê ya bi sedan salan heye û berdewam dike.

Êzdî ji aliyê neteweyê ve, kesayetiyê giştî Borîs Murazî jî, bal kişand ser bilindkirina vê mijara girîng û diyar kir ku beriya 10 salan di vê rojê de gelê Êzidî yê herêma Şengalê ya Iraqê rastî jenosîdê hat.

Di Çileya 2018’an de Parlamentoya Ermenîstanê 2014’an nas kir Komkujiya li ser gelê Êzidî ji aliyê komên terorîst ve li xaka Iraqê hatiye kirin. 91 parlementeran proje deklerasyona şermezarkirina jenosîda ku komên têrorîst di sala 2014an de li ser axa Komara Iraqê ya di bin kontrola wan de li dijî gelê Êzdî pêk anîne deng dan û 1 parlementer jî bêalî man.Di Nîsana 2024’an de Parlamentoya Ermenîstanê projeya 3’ê Tebaxê weke roja bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan li Şengalê qebûl kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button