
10 sal piştî qirkirina Êzidiyan, Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyeyê banga edaletê dike
Pisporên komîsyonê gotin ku divê qurbaniyên van tawanan ku karîbûn bijîn, her wiha jin û zarokên ku tenê ji ber pêwendiya wan bi DAIŞê re tên girtin, divê demildest ji girtina neqanûnî li bakur-rojhilatê Sûriyê bên berdan û bên vegerandin.
“Trajediya Êzidiyan, ku hîn jî berdewam e, di heman demê de bîranînek din e ku gumanbarên endamên DAIŞê yên welatê sêyem ên ku li bakur-rojhilatê Sûriyê girtî ne, divê werin vegerandin û ji ber tawanên navdewletî, di nav de tawanên li ser bingeha zayendî, li dadgehên niştimanî bên dadgehkirin. Em tekez dikin ku sax [mexdûr] divê di van hewldanan de rolek bingehîn bilîzin,” Serokê Komîsyonê Paulo Pinheiro got.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Şengalê yê li bakurê rojavayê Iraqê li nêzî sînorê Sûriyeyê kontrol kir. Komîsyonê bibelge kir ku DAIŞ jenosîd û gelek tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên şer pêk anîn, di nav de îdamkirina komî, misilmankirina bi zorê, kolekirin, û tundiya cinsî li dijî jin û keçan.
Piştî êrîşa li ser Şingalê, DAIŞê bi hezaran êzîdiyên dîl bi darê zorê veguhestin Sûriyê, li wir keçên 9 salî rastî koletiya seksî hatin û xortên êzîdî yên temenê wan 7 salî jî bi zorê hatin perwerdekirin da ku bibin şervan û xwekuj.
DAIŞ a ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê kontrol kir, di çarçoveya kampanya xwe ya qirkirinê de bi awayekî sîstematîk jin û keçan bi rêya koletiya zayendî, îşkencekirin, muameleya li derveyî mirovahiyê, destavêtin û kuştinê cuda dike. Jin û keç bi darê zorê bi milîtanan re hatin zewicandin û bi sûcdariya zînayê bi keviran hatin kuştin.
DAIŞ’ê jin û keç xistin bin kontrola xizmên mêr, azadiya wan a çûnûhatinê sînordar kir û ji jiyana giştî dûr xist. Jin û keçên ku qanûnên cil û bergên tund ên DAIŞ’ê binpê kirin, weke ceza hatin qamçkirin.







