All NewsTop

Serokwezîr Paşînyan beşdarî merasima sondxwarina Mesûd Pêzêşkîan bû

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Tehranê beşdarî merasima sondxwarina fermî ya Serokê nû hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pêzêşkîan bû. Bûyer li Meclîsa Îranê pêk hat.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî merasima wêneyan a hevpar pêşwaziya serokên şandeyan kir û ew li salonê gerandin.

Di destpêka merasima sondxwarinê de Mihemed Baxêr Xalîbaf Serokê Meclisa Komara Îslamî ya Îranê gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û piştre serokê saziya dadweriya Îranê Gulam Husên Muhsênî Eceyî gotarek pêşkêş kir.

Serokê nû hilbijartî yê Komara Îranê ji bo beşdarbûna di merasima sondxwarinê de spasiya serokên heyetan kir û gotarek pêşkêş kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button