All NewsTop

Çima Tirkiyê gefa ketina nav axa Îsraîlê xwar û çiqasî îhtîmal e? Tirkolog sedemên vê yekê anî ziman

Tirkiye wê gavê navêje, şansê wê tune ye, îmkana wê pir kêm e. Tirkolog Rûbên Safrastyan di axaftina xwe ya bi NEWS.amê re behsa daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan kir, ku tê de gefa ketina nav xaka Îsraîlê xwaribû, bi heman awayî derbasî Qerebax û Lîbyayê bû.

“Tirkiye di dawiyê de endamê NATOyê ye, hevalbendê dilsozê DYE ye û hwd. Ev tenê tevgereke Erdogan bû, berî her tiştî armanca wê ew bû ku heta radeyekê rewşa navxweyî ya welêt sivik bike.

Ji aliyê din ve, ew hewl dide ku girêdana girseyeke berfireh a gel bi hizra îslamparêziyê re hîn bêhtir bi ewle bike. Divê ev yek di çarçoveya pêşhilbijartinan an jî piştî hilbijartinê de were nirxandin.

Sedemên derve jî hene. Helbet Tirkiye rola xwe diceribîne. Ji bo ku cihê xwe li Rojhilata Navîn xurt bike, hewl dide xeyalekê li ser rola rêberê îslamî çêbike, ji cîhana ereban re nîşan bide ku pişta we heye. Ev lîstikeke jeopolîtîk a taybet a Erdogan e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button