All NewsTop

Bersiva Serokê Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî ya li ser nameya Serokê Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Ermenîstanê ya derbarê berdana girtiyên Ermenî yên li Bakûyê

Gagik Tsarukyan Serokê Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Ermenîstanê di çarçoveya Parîs-2024an de nameyek ji civaka olîmpiyatê ya navneteweyî re şand û ji wan xwest ku ji bo azadkirina girtiyên Ermenî yên li Bakûyê ku li gorî ramanên pîroz ên olîmpîzmê ne.

Di nameyê de, Tsarûkyan tekez kir, ku niha her du dewlet di pêvajoya aşitiyê de ne û azadkirina girtiyên ku rastî rehîn hatine girtin, dê bibe alîkarê pêvajoya aştiyê û aramkirina rewşa herêmê. Li ser nameya Tsarûkyan bersivên ewil ji niha ve tên.

Rûpelê Facebookê yê Komîteya Neteweyî ya Olîmpiyadê ya Ermenîstanê parçeyek ji nameya bersivê ya Serokê Komîteya Olîmpîk a Navneteweyî Thomas Bax pêşkêş kir.

“Birêz Serokê hêja.

Ji bo nameya we ya di derbarê rewşa Ermenistan û Azerbaycanê de gelek spas.

Em bang li hemû Komîteyên Olîmpiyadê yên Neteweyî û rêveberiyên wan ên têkildar, rêveberên tîmê û werzîşvanên wan dikin ku bi pêşvebirina têgihîştin û rêzgirtina hevdu li qada lîstikê û li derveyî qada lîstikê li gorî nirxên olîmpiyatê û prensîbên bingehîn ên Olîmpîzmê beşdarî aştiyê bibin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button