
Hevdîtina Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê nû hilbijartî yê Îranê Mesûd Pêzêşkîan li Tehranê pêk hat.
Di hevdîtinê de Serokomarê Îranê spasiya Serokwezîr Paşînyan kir ku ew vexwendinname qebûl kiriye û bi serdaneke kar hatiye Îranê. Wî her wiha got: Îran giringiyê dide pêşxistina peywendiyên xwe yên bi Ermenistana dost re di warên siyasî, aborî û mirovî de.
Nîkol Paşînyan ji ber mêhvandariya germ spasiya Mesûd Pêzêşkîan kir û careke din hilbijartina wî wek Serokomarê Îranê pîroz kir. Serokwezîr bal kişand ser vê yekê ku hevkariyên çendalî yên bi Îranê re ji bo welatê me ku li ser esasê rêzgirtin û ji hev têgihiştinê pêk tê ji girîngiyeke mezine.
Mesûd Pêzêşkîan, lihevkirinên beriya niha di asteke bilind de hatine kirin dupat kir. “Dostaniya kevnar, têkiliyên dîrokî û çandî yên her du gelên me, bingeha pêşxistina hevkariyên dualî ye. Em amade ne ku bi xebatên hevpar diyaloga xwe bidomînin û rojeva hevkarîya dualî hîn zêdetir dewlemend bikin.”
Serokwezîr Paşînyan got: “Rastiya ku ez îro li vir im delîla pabendbûna me ya ji bo kûrkirina têkiliyên navbera Ermenistan û Îranê di asta herî bilind de, ji bo xurtkirina hevkariyê ye.”
Nîkol Paşînyan projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya hikûmeta Ermenîstanê û prensîbên wê yên ji bo vekirina kanalên ragihandinê yên herêmî pêşkêş kir.
Serokomarê nû hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser hewlên berdewam bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçê.
Mesûd Pêzêşkîan diyar kir ku parastina aştiyê li herêmê ji bo Îranê girîngiyeke sereke ye û got, aliyê Îranê jî pêwîst dibîne ku hemû pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.
Nîkol Paşînyan tekezî li ser beşdarbûna aliyê Îranê di çêkirina rêya bakur-başûr û bi taybetî jî ya Agarak-Kacaranê de kir. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya gavên ji bo nûjenkirina xala kontrolê ya sînorê Ermenistan û Îranê hatin avêtin.
Rêberên Ermenîstan û Îranê li ser gelek mijarên girêdayî xurtkirina peywendiyên bazirganî û aborî gotûbêj kirin û her wiha behsa mijarên pêkanîna bernameyên nû yên hevbeş di warên tendirustî, teknolojiyên herî nû, perwerde, zanist û çande.
Mesûd Pêzêşkîan da zanîn ku ew bi serdaneke taybet li Ermenîstanê ye û ji welat û gelê me xwedî bandorên germ in. Hevdîtinan tekezî li ser serdanên dualî yên di asta bilind de kirin.







