
Ararat Mîrzoyan di wê baweriyê de ye ku biryarên vê dawiyê yên Konseya YEyê dê bibe alîkar ji bo berxwedêriya Ermenistanê û aramiya herêmê.
Biryarên Konseya YEyê ya li ser destpêkirina diyalogê li ser serbestkirina vîzeyê bi Ermenîstanê re û ji Fona Aştiyê ya Ewropayê re piştgirî dide Ermenîstanê, wê Ermenîstanê nêzî YEyê bike û berovajî vê yekê. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Konstantînos Kombos re ev tişt got.
Û wî got jî ku herdu biryarên ku ji alîyê Civata Yekîtîya Ewrupa ve hatine wergirtin dê Ermenistan û hevwelatîyên Ermenîstanê nêzîkî Yekîtîya Ewrupa bike û berovajî vê yekê jî dê bibe alîkar bo berxwedêrîya Ermenîstanê û ji ber vê yekê dê aramîya herêmê xurtir bike.
Ararat Mîrzoyan got, “Di heman demê de em li ser perspektîfên rojeva nû ya berfireh a hevkarîya Ermenistan-YEyê dixebitin, em li ser mijarên din ên nû yên di rojevê de nîqaş dikin.”







