
Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Lûîs Morêno Okampo, behsa înîsiyatîfa xwe kir ku bang li Ermeniyên li çaraliyê cîhanê dike ku bibin yek û li dijî 29. Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku di Mijdara 2024’an de li Bakûyê bê lidarxistin, kampanyayek çapemeniyê bidin destpêkirin. Girtiyên ermenî yên ku li Azerbaycanê bi daxwaz û armancê hatine girtin serbest berdin.
Lûîs Morêno Okampo di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress”ê re behsa mijarê kir.
Okampo destnîşan dike ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi COP29ê hewl dide îtîbara Azerbaycanê bilind bike. Li gorî wî, tiştekî ecêb e ku Aliyev hewl dide wê wek forumeke aştiyê nîşan bide, dema ku girtiyên ermenî, di nav wan de serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya berê ya Qerebaxa Çiya, di girtîgehên Bakûyê de têne ragirtin.







