
Helwesta me ya derbarê kêşeya Qerebaxê de pir zelal e. Balyozê Îranê li Ermenistanê Mehdî Sobhanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa SNN a îranî ev yek ragihand.
“Em piştevaniya yekparçeyiya axa Azerbaycan û Ermenistanê dikin û li dijî guhertina sînorên navdewletî û her guhertineke jeopolîtîk li herêmê ne. Ewlehî û îstiqrara navçê di berjewendiya Îranê de ye û em amade ne di wî warî de alîkariyê bikin.”
Sobhani bi bîr xist. Îranê fikra formata “3+3” pêşniyar kir û lidarxistina civîna yekem yek ji destkeftên hikûmeta 13emîn a wî welatî bû.
Civîna wezîrên karên derve yên vê platformê bo cara yekê li Têhranê hat lidarxistin û civîna dahatû jî wê di demeke nêz da li Tirkiyê pêk were.







