All NewsTop

Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê ragihand, di demeke nêzîk de hinartina gaza Îranê bo Ermenistanê dê du qat zêde bibe

Peywendiyên Îran û Ermenistanê ji ber cihê erdnîgarî û stratejîk ên van her du welatan xwedî girîngiyeke taybet in. Ermenistan wek yek ji cîranên Îranê sînorên ewle û bi îstîqrar heye, ku roleke girîng di bihêzkirina ewlehiya navçê de dilîze. Ajansa SNN a Îranî li ser vê yekê dinivîse.
Hat destnîşankirin ku hevkariya aborî, enerjî û perwerdeyê ya di navbera her du welatan de dê bibe sedema xurtkirina têkiliyên dualî û geşepêdana aborî. Binesaziya hevbeş û projeyên enerjiyê, wek çêkirina rê û berfirehkirina danûstandinên gaz û elektrîkê, alîkariya baştirkirina binesaziya herêmê û hewcedariyên hev dikin.

Peywendiyên Îran û Ermenistanê weke du welatên cîran hertim xwedî girîngiyeke stratejîk bûne. Ev têkilî bi îmzekirina peymana herî mezin a di navbera her du welatan de gihîşt lûtkeyê. Mehdî Sobhanî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Ermenistanê li hevpeyvîna taybet bi ajansa hanê re li ser vê peymanê û serkeftinên din ên hevkariyên du welatan axivî.
Wî her wiha got: Di demeke nêzîk de hinartina gaza Îranê bo Ermenistanê dê du qat bibe.

“Yek ji serkeftinên me dirêjkirina peymana gaz û elektrîkê ya di navbera her du welatan de heta sala 2030’an bû. Em salane 360 ​​milyon metrekup gaz hinardeyî Ermenistanê dikin û di berdêla wê de jî elektrîkê îthal dikin. Herwiha me karî ku sêyem xeta veguhestina elektirîkê ji Ermenîstanê bo Îranê bigihînin qonaxa dawîn, ku dê di çend mehên bê de bikeve meriyetê û em dikarin îthalata elektrîkê ji Ermenistanê duqat bikin.” Ermenistan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button