
Nûnerekî Artêşa Amerîkayê wê di Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê de bixebite. Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ûzra Zêya di gotûbêja ligel “Hetkê” de ev tişt got.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo vê pirsê: gelo ew dikare van agahiyan piştrast bike ku agahî hene ku nûnerekî artêşa Amerîkayê dê di Wezareta Parastinê ya Ermenistanê de bixebite?
“Ez nûçeyê piştrast dikim. Ew pêşkeftinek bi xêr e, hûn dikarin hûrguliyan ji balyoz û tîmê meya medyayê kontrol bikin. Em pêşwaziya kûrkirina hevkariya berevanî-sivîl û ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Ermenistanê de dikin. Ev jî rastiya dîrokî ya ketina qonaxeke nû ya hevpariya stratejîk a têkiliyên Ermenî-Amerîkî nîşan dide.”







