
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ûzra Zêya avahiyên nû yên Servîsa Patrolê û rêveberiya operasyonê ziyaret kir. Ev ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Ermenîstanê ve hat ragihandin.
Zêya di axavtina xwe de diyar kir ku Amerîkayê ji bo avakirina polêsên dewriyeyê li Ermenîstanê derdora 16 milyon dolar terxan kiriye û ji bo pêşvebirina reformên sazûmanên sepandina yasayê bi Ermenîstanê re bi hev re dixebite.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê got: “Em li ser esasê nirxên hevpar ên demokratîk, têkiliyên xurt ên di navbera gelan û pabendbûna bi serweriya hiqûqê de, di hemû waran de hevkariya Ermenî-Amerîkî kûrtir dikin.







