All NewsTop

Li Tavûşê di encama qezaya trafîkê de ti leşkerek neçû nexweşxaneyê. Wezareta Parastinê

Di encama qezaya ku li Tavûşê di navbera kamyoneke leşkerî û mînîbusa rêwiyan de pêk hat, ti leşkerek neçû nexweşxaneyê. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, sekreterê çapemeniyê yê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê Aram Torosyan li ser rûpela xwe ya Facebookê ev agahî da.

“Li ser torên civakî derbarê qezaya kamyoneke leşkerî û mînîbusa rêwiyan û birîndarên li Tavûşê de agahî tên belavkirin.

Wezareta Parastinê ragihand ku di encama qezaya trafîkê de ti leşkerek neçû nexweşxaneyê.”

Wî jêderî da zanîn ku, hejmarek ji medyayên girseyî bi wêneyên otombîlên leşkerî yên têkçûyî û manşetên 6 birîndaran vê zaniyariyê belav dikin û hewl didin hizra birîndarbûna leşkeran çêbikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button