All NewsTop

Paşînyan bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re behsa pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kirne

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Alîkara Wezîra Derve ya Amerîkayê Uzra Zêya qebûl kir. servîsa çapemeniyê ya hikûmetê radigihîne.

Serokwezîr pêşwaziya serdana Xanima Zêya kir û bal kişand ser girîngiya geşepêdana berdewam a hevkariyên pir beşî yên Ermenistan û Amerîkayê. Di çarçoveya hevkariyên dualî de, Nîkol Paşînyan tekezî li ser piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo pêşdebirina bi bandor a reformên demokratîk li welatê me, bi taybetî di warê dadwerî, têkoşîna li dijî gendeliyê, rêveberiya bi bandor, xizmetguzariyên giştî, polîs û warên din kir. Serokwezîr diyar kir ku pêşketina demokrasiyê ji bo hikûmeta Ermenîstanê xwedî girîngiyeke stratejîk û sereke ye.

Li gorî Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, rêveberiya Amerîkayê giringiyeke mezin dide geşepêdan û bihêzkirina hevkariyên ligel Ermenistanê û piştevaniya teknîkî û darayî ji bo pêşxistina saziyên demokratîk bo welatê me dê berdewam be. Uzra Zeya gavên ku di van salên dawîn de ji bo pêşxistina demokrasiyê li Ermenîstanê hatine avêtin girîng nirxand û bal kişand ser girîngiya bername û reformên ku ji bo parastina mafên mirovan, azadiya ramanê, edaletê û têkoşîna li dijî gendeliyê pêk tên.

Di hevdîtinê de li ser mijarên ku li jor behsa wan hatiye kirin û her wiha hevkariyên zêdetir di warê perwerdeyê de gotûbêj kirin. Serokwezîr Paşînyan bal kişand ser plansaziya 300 dibistan û 500 kreşên zarokan ên Hikûmeta Ermenîstanê û bajarê Akademîk. Li ser pêkanîna bernameyên nû yên perwerdehiyê di navbera Ermenistan û DYE de hate tekez kirin.

Di civînê de behsa pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hat kirin. Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka dê berdewam be li ser alîkarîkirina bo pêkanîna aştiya rasteqîne di navbera her du welatan û dabînkirina ewlekarî û aramiyê li navçeyê.

Mijarên têkildarî pirsgirêkên însanî yên mirovên bi darê zorê ji Qerebaxa Çiya hatine koçberkirin û tedbîrên hikûmeta RA ji bo çareserkirina wan hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî hate destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button