All NewsTop

Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê li hev kirin ku xebatên ji bo peymana aştiyê bidomînin

Di hevdîtina ku li Washingtonê hat kirin de Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov li ser berdewamkirina xebatên ji bo peymana aştiyê li hev kirin. Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê li ser vê yekê agahdar dike.

“Di 10ê Tîrmehê de di çarçoveya lûtkeya ku ji bo 75emîn salvegera damezrandina NATOyê hatiye lidarxistin de, bi însiyatîf û beşdariya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeihun Bayramov civiyan. .

Aliyan bal kişandin ser pêşketinên Ermenistan û Azerbaycanê ji bo pêkanîna peymana dîrokî ya li ser avakirina aştî û têkiliyên navbera dewletan û li ser berdewamkirina xebatan li hev kirin;

Aliyan spasiya xwe ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ji bo mazûvaniya civînê anîn ziman.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button