All NewsTop

Li gorî anketên Gallup, ji sedî 44,3 ermeniyan di wê baweriyê de ne ku divê Ermenistan nekeve ti tifaqeke hêzê

Li gorî anketên ofîsa Ermenîstanê ya “Gallup International Association” ji sedî 44,3 ê welatiyan diyar dikin ku divê Ermenistan nebe beşek ji ti îtîfaqa hêzê û bibe welatek bêalî. Ev ji aliyê rêveberê “Gallup International Association” Aram Navasardyan ve hat ragihandin.

“Ji sedî 16,9 ê beşdaran diyar kirin ku divê ew tevlî Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bibin û ji sedî 29 jî di wê baweriyê de ne ku ji bo tevlî NATOyê bibin divê hewl bidin. Navasardyan got, li gorî lêkolîna berê ji sedî 10 kêmbûneke me ya bi Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf heye û di mijara endamtiya NATOyê de jî ji sedî 7 kêmbûn heye.”

Anket di navbera 3 û 6ê Tîrmehê de hatin kirin. 1100 welatî beşdarî anketan bûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button