All NewsTop

Rûsya dixwaze xala kontrolê ya sînorê bi Ermenîstanê re bikeve rêya korîdora “Bakur-Başûr”

Xalê kontrolê ya “Lars Jorîn” a li ser sînorê Rûsya û Gurcistanê dikare bikeve nav rêya korîdora veguhestina navneteweyî ya “Bakur-Başûr”. Li gorî TASSê, ev yek ji aliyê serokê Osetyaya Bakur Sergey Menyailo ve hatiye ragihandin.

Di peyamê de hat gotin, “Em bi Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Rûsyayê re li ser îhtîmala tevlîkirina xala kontrolê ya “Larsê Jorîn” di rêya korîdora veguheztina navneteweyî ya “Bakur-Başûr” de dixebitin.”

Li gorî serokê Osetyaya Bakur, Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Rûsyayê li Vladîkavkaz civînek li dar xist û di civînê de lojîstîstên li ser îhtimala tevlêkirina “Larsên Jorîn” di korîdora veguhestinê ya Bakur-Başûr de gotûbêj kirin. Serokê rêxistinê, Alexander Shokhin, tekez kir ku şaxê bejahî yê veguhestina kargoyê bi rêya “Lars Jorîn” dê bi awayekî bêkêmasî di korîdora veguheztinê ya Bakur-Başûr de cîh bigire û ne tenê şaxek alî be, belkî dê bibe rêyek din a tam.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button