
Bakû ji bo peymana aştiyê astengiyên çêkirî derdixe. Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan bi hevtayê xwe yê Gûrcistanê re li Tiblîsê di civîneke çapemeniyê ya hevpar de ev agahî da.
Wezîr spasiya aliyê Gurcistanê kir ku piştgiriya normalkirina peywendiyên bi Azerbaycanê re kiriye.
Mîrzoyan bal kişand ser girîngiya destpêkirin û domandina pêvajoya sînordarkirina navbera Ermenî-Azerbaycanê û da zanîn ku ev pêvajoya li ser esasê Deklarasyona Almatayê didome.
“Em girîngiyeke mezin didin berdewamiya pêvajoyê. Amadekirina peymana aştiyê bi awayekî paralel didome, Ermenîstan jî li vir di nava helwesteke pir avaker de ye. Em hêvîdar in û realîst dibînin û min bi xwe jî got ku di nava mehekê de, bi xebateke giran dibe ku amadekarî bi dawî bibe û bi Azerbaycanê re peymana aştiyê were îmzekirin. Ez nikarim bibêjim ku pêşnûmeyê bersiveke erênî wergirt, berovajî, em astengiyên nû û çêkirî yên astengkirina pêvajoyê dibînin, lê em di wê baweriyê de ne ku bi rastî ji bo aştiya demdirêj li herêmê derfetek dîrokî heye.” .







