
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê James O’Brian îro li Azerbaycanê ye û beriya niha bi Aliyev û Bayramov re hevdîtin kiribû. Mijara sereke ya di rojeva wî de îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ye. Wezîrê Karên Derve Antony Blinken jî rojên borî bi Aliyev re axivî û bal kişand ser wê yekê ku divê demildest bi Ermenîstanê re peyman were îmzekirin.
Şirovekarê siyasî Boris Navasardyan di axaftina xwe ya bi Factor TV re îdia dike ku Azerbaycan ne mêldar e ku bi Ermenîstanê re peymanek ku dê destên wê girêbide ji bo zextê li Ermenîstanê bike û tawîzan bigire îmze bike.
“Azerbaycan dixwaze Ermenistan di nava tirsê de bimîne, bila bifikirin ku şer her kêliyê mimkûn e. Azerbeycanê bi Rûsyayê re peymanek heye ku herêm ji Rojava re nehêle û ji ber ku di eniya Ukraynayê de nezelaliyek heye, Aliyev peymaneke bi vî rengî ya bi Moskowê re binpê nake. Azerbaycan ji bo serdestiya li herêmê hewl dide, nehêle Rojava bikeve hundir, ev jî ji bo Moskovayê tê qebûlkirin. Ji bo pêşî li hatina DYA û YE’yê were herêmê dê Rûsya alîkariya wî bike. Borîs Navasardyan got: “Tuwanbarkirina Azerbaycanê li dijî Fransa ku Ermenistanê çekdar dike, lîstikek e, ji ber ku ew li Bakûyê dizanin ku Ermenistan nikare bibe xwedî îddîaya erdî, ne wate ye ku meriv behsa revanşîzmê bike.







