
Ermenîstan ne tenê bi DYA û Yekîtiya Ewropayê re, bi welatên cihê yên cîhanê re jî têkiliyên xwe berfireh dike. Li gorî nûçeya Armenpressê, Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grigoryan di çarçoveya “Foruma APRI 2024” ya bi navê “Avakirina Pêşerojê” de ev tişt got.
“Belê, em têkiliyên xwe yên bi Rojava re berfireh dikin. Em têkiliyên xwe bi YE, DYA re berfireh dikin, lê di serî de di warê ewlehiyê de em têkiliyên xwe yên bi Hindistanê re jî berfireh dikin. Em têkiliyên xwe yên aborî bi Îmarat û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn re berfireh dikin. Ji ber vê yekê, hevkariya bi hevkarên cuda re ji bo me girîng e. Û em ne tenê li Rojava, li deverên cuda yên cîhanê jî ji bo hevkariyê eleqeyeke mezin dibînin. Û ev pir girîng e, “got Armen Grigoryan.
Li ser pirsa ku Ermenistan ji DYE û YEyê bi taybetî wek hevkar çi dixwaze, Sekreterê Konseya Ewlekariyê bersiv da ku Ermenistan hevkariya DYE û YEyê dixwaze.
“Armanca me ew e ku herêmek aramtir hebe, Ermenistanek bihêztir hebe, Ermenistanek pêşkeftî hebe, yekitî û serweriya axa Ermenistanê biparêzin, demokrasiya xwe biparêzin. Armancên curbecurkirina siyaseta me ya derve û ewlekariya me ev in. Û ez ê bibêjim ku em li cîhanê dizivirin,” Grigoryan bi dawî kir.







