
Serokê jûrîya 21 emîn bernameya pêşbirkê ya “Zerdela zêrîn” “Panorama Herêmî” derhênerê hindî-amêrîkî Tarsêm Sîngh e, ku belkî ji temaşevanên ermenî re herî baş wek nivîskarê klîba strana “911” tê zanîn, ji alîyê êstêtîka Paracanov ya Lêdî Gaga ve.
Sala 2000 î da, yekem fîlma Tarsêm li ser êkrana mezin derket, zanistî-firoşkî “Cell” ku Cênîfêr Lopês dileyîze, ku ji hêla gelek rexnegirên fîlimê ve ji ber ramana wê ya nedîtî ya berbiçav û sembolîk ji bo sînemaya Holîvûdê hate pesin kirin.
Sîngh 5 fîlmên din yên dirêj nivîsandine, ya herî dawî, dirama “Jassîyê delal”, sala 2023 a de li fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Torontoyê, xelata “Platform” û “Zerzela zêrîn” wergirtibû.
Îsal wê festîval di navbera 7-14 ê tîrmehê de pêk bê. Fêstîvala fîlman ya navneteweyî îsal jî dê fîlmên pêşbirkê yên welatên cîhê yên cîhanê û her wiha fîlmên ji fêstîvalên herî bi prêstîj pêşkêşî raya giştî bike. Kesayetîyên sînêmaya cîhanê dê bigihêjin Ermenîstanê, dê serpêhatî û hunera xwe pêşkêşî hizkirîyên sînemayê bikin.







