
Cejna Veguherîna Îsa Mesîh an jî Vadavar ji pênc cejnên Dêra Ermeniyan sêyemîn e.
Îsal wê di 7’ê Tîrmehê de bê pîrozkirin.
Ev cejn bi navê Vardavar jî tê zanîn.
Di cejnê de yek ji adetên gelêrî avêtina avê li ser hev û berdana kevokên ku sembola tofanê, rizgariya malbata Nûh, kevoka Nûh e. Di heman demê de adetî ye ku bi kulîlkan were xemilandin, ku ev yek bi minasebeta xuyabûna rûmeta Xwedê nîşana dilşadiyek mezin e.







