All NewsTop

Di hevdîtina bi Paşînyan re Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser amadebûna Amerîkayê ji bo bihêztirkirina hevkariyên ligel Ermenistanê kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rîçard Vêrma qebûl kir. Ev ji aliyê servîsa çapemeniyê ya Hikûmetê ve hat ragihandin.

Serokwezîr bal kişand ser berdewamiya geşepêdana diyaloga stratejîk a ermenî-amerîkî û kûrkirina hevkariya pir beşan.

Nîkol Paşînyan amaje bi wê yekê kir ku serdana birêz Vêrma dê ji bo mijarên rojeva peywendiyên dualî, bernameyên bihêzkirina demokrasî û bihêzkirina aborî û berfirehkirina peywendiyan li ser asta rêveberiyên xweser ên herêmî bibe alîkar.

Rîçard Vêrma bal kişand ser amadebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo xurtkirina hevkariya bi Ermenistanê re di warên curbecur de, di nav de di navbera sazî û civakên herêmî de, her wiha di warê aborî, perwerdehî û warên din de.

Di hevdîtinê de mijarên têkildarî cîbicîkirina peymanên ku di lûtkeya Ermenistan-Ewropa-Amerîka ku di 5ê Nîsana îsal de li Brukselê hat lidarxistin hatin gotûbêjkirin.

Gotûbêjên li ser pêkanîna peymana aştiyê ya Ermenistan û Azerbeycanê, pêvajoya diyarkirina sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, projeya “Xaçerêya Aştiyê” û bernameya çêkirina xaniyan ji bo kesên ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê hatine koçberkirin, hatin qebûlkirin. Di vê derbarê de Serokwezîr Paşînyan tekezî li ser piştevaniya hevkarên navnetewî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button